Berçîs
Berçîs, ji Cassini | |||
Taybetmendiya rêgehê | |||
Rojdûrk | 816.520.800 km (5,4581 PA) | ||
---|---|---|---|
Rojnêzk | 740.573.600 km (4,9504 PA) | ||
Hevrêzbûn bi erdê re | 398,86 roj | ||
Taybetmendiya fizîkê | |||
Nîveşkêla nîvekî | 69.911 ± 6 km km | ||
Rûpîvan | 6,21796×1010 km2 | ||
Qeware | 1,43128 × 1015 km3 | ||
Bariste | 1,8986 × 1027 kg | ||
Rakêşa rûxarî | 24,79 m/s2 | ||
Hişkiya axa xwe | 1,326 g/cm3 | ||
Têhna ser rûyê | kêm 110 °K |
nîvekî 152 °K |
zêde |
Taybetmendiya atmosferê | |||
Pestoya atmosferê | 20–200 kPa | ||
Elementên sereke |
Berçîs,[çavkanî hewce ye] Perçîs[1] an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e.[2] Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn.
Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e.[3] Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye.[4] Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye.[5] Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 kmyê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymedeê ji Tîrê mezintir e.
Binyata wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berçîs gerstêrka herî mezin a rojbendê ye û eşkêla wê 142.984 km ye. Ev nirx, 11 qat ji eşkêla erdê mezintir e.
Atmosfer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Atmosfera Berçîsê ya nêzê rûxara wê, ji sedî 88-92yê wê ji Hîdrojen, ji sedî 8-12ê wê ji helyûm û ji sedî 1ê wê ji gazên din pêk tê.[3] Atmosfera kêm pir germ dibe û pesto qasî ku helyûm dagerê şileyê, zêde ye. Li gerstêrkê carinan baran dibare.[6] Berçîs, li gorî spektroskopiyê, wiha tê dîtin ku wekî Keywanê ji heman gazan pêk hatiye.[7] Lê ji Neptûn û Ûranûsê cûda ye. Di van her du gerstêrkan de pir kêmtir hîdrojen û helyûm hene. Li ser pûxteya hundirî a nenasbar, pûxteyeke derveyî heye. Pûxteya derveyî a berçîşê stûr e û ji hîdrojena şileyî pêk hatiye.[8] Pesto qasî ku hîdrojenê bipeyitîne, zêde ye lê bi saya tînê dihele.
Girse (bariste)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berçîs, qasî 2 qat ji gerstêrkên din yên rojbendê mezintir e. Firehiya wê 11 qatê erdê ye û li gorî girseyê jî ew 318 qatê erdê ye. Qewareya berçîsê 1.317 qatê qewareya erdê ye. Bi gotineke din, 1.317 heb erd dikare bikeve nav berçîsê.[9]
Nihomên hewrê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ser rûxara berçîsê, gelek şerîtên hewrê yên wek berwar hene. Ji herêmên roniyê re dever(zone) û ji herêmên tarî re jî nehiye(belt) tê gotin. Dever û nahiyeyan tim û tim dikevin hevbandoriyê. Ev jî dibe sedema bahozên dijwar. Her wiha ku dîtina bayên bi leza 360 km/s'î belave ye.[10] Digel vê yekê leza bahozên tropîkal yên herî mezin nezîkî 100 km/s e.
Piraniya hewrên berçîsê ji amonyayê pêk tên.[11] Dibe ku wekî hewrên dinyayê ji hilma avê pêk bên. Wesaîtên fezayî yên wekî Voyager 1, li ser gerstêrkê birûsk dîtine. Zanyaran raman dikin ku ew ji hilma avê pêk hatiye. Çunkî birûsk hewcetî pê hilma avê dibîne. Ev birûskên pir mezin, hezar qat ji yên dinyayê mezintir in.[12]
Deqa sor a mezin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji gewşînên herî mezin yên atmosfera berçîsê, deqa sor a mezin e. Ev bahozek e ku 4 qat ji erdê mezintir e. Di sala 1665 'an de ji aliyê Robert Hooke ve hatiye çavdêrîkirin û yê herî kêm, ew 340 sal e ku berdewam dike. Bahozan car caran bi saetan car caran jî wekî deqa sor a mezin bi sedsalan berdewam dikin.
Holka miqnatisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berçîs xwediye holkekê miqnatisî ya wekî dinyayê ye lê 11 qat hêzdartir e. Di heman katî de jî manyetosferekê wê yê ji dinyayê mezintir û hêzdartir heye. Ew qasî ku wesaîtekê fezayiyê biavêje xetereyê, hêzdar e. Holka miqnatisî bi îhtimaleke mezin ji hîdrojena metalîk a şileyî ku di pûxteya berçîsê de dîmîne, pêk hatiye.
Agahdariyên Berçîsê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sala Berçîsê: Nêzîkî 12 salên erdê
- Hevrêzbûn bi Jûpîterê: 398,86 rojên erdê (dinyayê)
- Dûrayî xwe ji erdê: 588.500.000 km.
- Kalîbreya ekvatora Berçîsê: 142.984 km. (zêdetirî 11 carî erdê)
- Kişandina exterê: 23,12 m/s2
- Elementên sereke: Helium û Hidrogen
- Germiya zêde: 126 K (-147 °C)
- Hişkiya axa xwe: 1,33 g/cm³
- Roja Berçîsê li ekvatorê: 9 Kat 50 Minûte 30,003 Salîse
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kopîkirina arşîvê" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 24 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2017.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 18 adar 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2017.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ a b https://nssdc.gsfc.nasa.gov/planetary/factsheet/jupiterfact.html
- ^ http://solarviews.com/eng/solarsys.htm
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 5 hezîran 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 hezîran 2009
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Kopîkirina arşîvê, Ji orîjînalê di 10 nîsan 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 10 nîsan 2009
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://www.lpi.usra.edu/opag/outer_planets.pdf
- ^ https://www.universetoday.com/14470/does-jupiter-have-a-solid-core/
- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 26 gulan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2017.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ http://www.lpl.arizona.edu/~showman/publications/ingersolletal-2004.pdf
- ^ http://solarviews.com/eng/jupiter.htm
- ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 8 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 gulan 2017.
{{cite web}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)